Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê serokên baroyan hatin hilbijartin

Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, baroyan kongreyê xwe yên asayî lidar xistin û serokên nû yên baroyan hatin hilbijartin.

17.10.2022, Pts - 07:23

Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê serokên baroyan hatin hilbijartin
Nuçe Belav bike

Baroya Dîlokê, 46mîn kongreya xwe saz kir. Kongre li navenda baroyê ya li navçeya Şahînbey bi beşdariya 2 hezar û 800 parêzeran hat lidarxistin.

Ji bo hilbijatina serokê baroyê 1 hezar û 864 kesan deng dan û Îskender Kahraman bi bidestxistina 876 dengan bo cara sêyem wek serokê baroyê hat hilbijartin.

Baroya Colemêrgê jî 10mîn kongreya xwe ya asayê pêk anî û ji bo hilbijartina serokê baroyê deng hatin dayîn. 142 parêzerên ku beşdarî kongreyê bûn deng dan û Ergun Canan bi bidestxistina 57 dengan wek serokê baroya Colemêrgê hat hilbjartin.

Herwiha li Êlihê jî 17mîn kongreya asayî ya baroyê li avahiya vê saziyê hat lidarxistin. 580 endamên baroyê di kongreyê de bo hilbijartina serokatiya baroyê dengê xwe dan. Erkan Şenses baweriya beşdaran bidestxist û dîsan wek serokê Baroya Êlihê hat hilbijartin.

Li Agiriyê jî 23mîn kongreya asayî ya baroyê hat lidarxistin. Li vir jî ji koma dengê 142 bedaran Sedat Karaoglan 75 deng bidestxistin û wek serokê baroyê hat hilbijartin.

Li Sêrtê jî 12mîn kongreya asayî ya baroyê hat lidarxistin, parêzer Muhammet Alptekin bi piraniya dengan wek serokê baroyê hat hilbijartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:26:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x