Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber erdheja 6ê Sibatê 1737 avahiyan zirarên mezin dîtine, ku 74 avahî divê bi awayekî bilez bêne rûxandin. Herwiha li Amedê heta niha 409 kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.
Yek ji parêzgehên ku erdheja 6ê Sibatê bandoreke mezin lê kiriye, parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê ye.
Li Amedê xebatên lêkolînê ji bo destnîşankirina avahiyên ku di erdhejê de zirar dîtine, bi qasî %96 bi dawî bûye û 74 avahî divê bilez bêne rûxandin.
Rêveberiya Hawirdor û Bajarvaniyê ya Parêzgeha Amedê ragihandiye, lêkolînên wan ji bo diyarkirina avahiyên ku di erdheja 6ê Sibatê de zirar dîtine, hêj berdewam e lê piraniya avahiyên zirardîtî hatine destnîşankirin.
Li gor zanyariyên ku wê rêveberiyê belav kirine, li Amedê 20 hezar û 242 avahiyan bi awayekî sivik zirar dîtine, 1837 avahî nîv bi nîv zirar dîtine, 1737 avahiyan jî zirareke mezin dîtine.
Herwiha hatiye diyarkirin ku 74 avahî li Amedê divê bi awayekî bilez bên rûxandin, 584 avahî jî hêj lêkolîn li ser wan nehatiye kirin.
Li aliyekî din, Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê encama lêkolînên derbarê avahiyên ku di erdhejê de zirar dîtine belav kirine.
Li gorî encaman, %96ê avahiyên ku di erdheja 6ê Sibatê de li vî bajarî zerer dîtîn hatine diyarkirin.
Li gor encamên van lêkolînan, rewşa avahiyan li Amedê bi vî awayî ye:
74 avahî divê bi awayekî bilez werin herifandin.
1,737 avahiyan ziyanên mezin dîtine
1,837 nîv bi nîv zerar dîtine
20,242 kêm zerer dîtine
54,487 zerer nedîtine
Li 2,584 avahiyê jî lêkolîna destnîşankirina zereran çênebûye
Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li parêzgeha Mereşê bûn, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin.
Li gor amarên fermî, heta niha di encama erdhejê de 44 hezar û 374 kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.