Li Bakurê Kurdistanê bajarê Amed'ê Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê bi armanca protestokirina kuştina Jîna Emînî daxuyanik dan û gotin dibe ku navê dewletan tê guhertin, lê ew wê hişmendiya kuştina jinan nas dikin û jinên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin jî hatin bi bîrxistin.
Di daxuyaniya Platforma Jinan a Dîcle Amedê wiha hat gotin: “Li Iran, Ermenistan, Sûriye, Efxanistan, Ukrayna, Pakistan,Iraq, Kurdistanê û Tirkiyê hema hema li hemû cîhanê li beramberî mafê jiyan û azadiya jinan êrîş hene û jin tên kuştin. Ev encama hişmendiya wan desthilatan e ku dijminatiya jinan dikin.”
Parlamentera HDPê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit jî beşdarî çalakiyê bû û amaje bi wê yekê da ku ol wek amûrekî tê bikaranîn û bi vî awayî kuştina jinan tê rewakirin. Herwiha polîtîkayên desthilata AK Partiyê yên derbarê jiyana civakî de jî rexne kir.
Parlamentera HDPê Gulistan Kiliç Koçyigit got: “Ne tenê li Iranê li vî welatî û li her çar aliyê cîhanê jin ji aliyê mêran û ji aliyê hişmendiya ku nîjadperest, olperest û zayendperest e tên kuştin. Li vî welatî jî ji ber polîtîkayên AKP-MHPê rojane jin tên kuştin û dê têkoşîna me li berambar van kiryaran berdewam be.”
Keça Kurd Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re bo navenda polîsan hatibû veguhestin. Her çiqasî rayedarên Iranê red kiribû jî lê bavê Jîna bo Rûdawê ragihandibû di dema veguhestinê de îşkence lê hatiye kirin û Jîna an Mehsa Emînî ji ber vê îşkenceyê piştî nîvroya Înê 16ê Îlona 2022ê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest daye.