Li Bêdlîs û Wanê ji ber berfê perwerde nîne

Li parêzgeha Bêdlîsê û navçeyên Bêgirî, Miks û Mehmûdiyeyê yên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro ji ber berfê dibistan hatin girtin.

05.01.2024, Cum - 11:10

Li Bêdlîs û Wanê ji ber berfê perwerde nîne
Nuçe Belav bike

Li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê, berf û baran berdewam dikin û bandoreke xirab li jiyana rojane dikin.

Parêzgariya Bêdlîsê ragihand ku li navenda bajêr û gundên ser bi navendê ve, ji ber berfê hemû dibistanên dewletê û yên taybet hatine girtin û perwerde nayê kirin.

Li gorî biryara parêzgariyê, karmendên jin ên ducanî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet bi destûr tên hesibandin û îro naçin kar.

Qeymeqamtiyên Bêgirî, Miks û Mehmûdiyeyê jî ragihand ku li her sê navçeyan rewşa keşûhewayê bandoreke xirab li jiyanê kiriye û ji ber berfa ku dibare û qeşayê îro dibistan hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:27:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x