Li Bedlîsê qedexeya çalakiyan bo dema 15 rojan hat dirêjkirin

Li parêzgeha Bedlîsê careke din bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev û vedena çadiran hatin qedexekirin.

20.10.2022, Per - 04:37

Li Bedlîsê qedexeya çalakiyan bo dema 15 rojan hat dirêjkirin
Nuçe Belav bike

Walîtiya Bedlîsê îro Pêncşemê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ji 20 Cotmehê heta 3ê Mijdarê 2022ê bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, çalakî, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn û komkirina îmzeyan û belavkirina belavokan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Qedexeya li parêzgeha Bedlisî û piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin û bi berdewamî ev qedexe tê dirêj kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 946 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x