Li Bedlîsê 3 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, çalakî ji bo 3 rojan bêyî destûra parêzgariyê an jî qeymeqmatiyan li seranserê parêzgehê wê nayên kirin.

30.12.2023, Cts - 07:00

Li Bedlîsê 3 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Bedlîsê li ser qedexeya çalakiyan daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê ji demjimêr 00.01ê roja Şemiyê 30ê Kanûna Pêşîna 2023yan heta demjimêr 23.59ê 1ê Kanûna Paşîna 2024an ji bo 3 rojan hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, konser, şano, meş, grev, vedana kon û standan û hemû çalakiyên wiha yên li wê parêzgehê qedexe ne û dê bi destûra parêzgarî, qeymeqamtî, yan jî aliyên pêwendîdar ên parêzgehê bên saz kirin, eger ew alî rê nedin çalakiyan bi ti awayî nayên kirin.

Li gorî biryarê eger sazî yan kesek bixwaze çalakiyênku li jor hatine diyar kirin li Bedlîsê saz bike, divê 48 demjimêran berî çalakiyê agahiyê bide aliyên pêwendîdar.

Herwiha derbarê cih, dem, dîrok, dema destpêkirin û bi dawîbûnê û naveroka bernameyê zanyariyan berfireh bide wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:15:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x