Li Çewlîgê meş, civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin

Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure meş, civîn û xwepêşandan heta 6 rojan hatin qedexekirin.

27.12.2023, Çar - 05:54

Li Çewlîgê meş, civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexekirina çalakiyên sivîl berdewam dikin.

Parêzgariya Çewlîgê ragihand, “Li gor zanyariyên hatine wergirtin, dê aramiya civakî û ewlehî bên têkdan û ji ber wê hemû cure meş, civîn û xwepêşandan 6 rojan hatine qedexekirin.”

Parêzgariya Çewligê di daxuyaniyê de got:

“Bi sedema ku dê parastina ewlehiya can û milkan, parêzbendiya kesayetî û aramiya raya giştî zehmet bibe hemû cure çalakî, civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana stand û konan, belavkirina belavok û afîşan û daleqandina pankartan li hemû sînorên bajêr û navçeyên me di navbera 26ê Kanûna Pêşînê ya 2023yan demjimêr 23:59 û 1ê Kanûna Paşînê ya 2024an demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:01:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x