Li Dêrsimê pevçûn: 10 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke di navbera 2 grûpan de 10 kes birîndar bûn.

29.08.2023, Sal - 17:14

Li Dêrsimê pevçûn: 10 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, li şahîxaneyeke li kêleka Çemê Munzûrê di navbera 2 grûpan de nîqaş derket.

Piştî zêdebûna nîqaşê her du alî pev çûn û di pevçûnê de 10 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Her 10 kesên ku pev çûne piştî tedawiya li nexweşxaneyê hatin destserkirin.

Polîsan ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsimê.

Hat ragihandin ku ji 10 kesên destserkirî 6 ji wan piştî karûbarên îfadeyê hatine berdan.

Karûbarên yasayî yên derbarê 4 kesên din de jî berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 606 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:29:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x