Li Diyarbekir 56 ciwan hatin binçavkirin

Piştî Kongreya Ciwanan a DEM Partî li Diyarbekirê, hêzên ewlekariyê 56 kes binçav kirin.

25.12.2023, Pts - 10:44

Li Diyarbekir 56 ciwan hatin binçavkirin
Nuçe Belav bike

Kongreya Civata Ciwanan a Dem Partî duhî li Diyarbekirê hat lidarxistin, bi sedan ciwanên deverên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî lê amade bûbûn.

Piştî Kongreyê, polîsan êrişî ciwanên ku beşdarî kongreyê bûne kirin. Li gor parêzeran, di encamê de 56 ciwan hatine binçavkirin ku 3 ji wan di jêr 18 saliyê re ne.

Parêzgariya Diyarbekirê jî da xuyakirin, beşdarên kongreyê kevir avêtine polîsan û di encamê de 42 kes hatine binçavkirin.

Wezîrê Dadê jî li ser hejmara xwe ya “X” da xuyakirin, di kongreyê de bangeşeya rêxistina terorê hatiye kirin û pesnê tawan û tawanbaran hatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:48:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x