Li Diyarbekirê 20 penaber hatine dersînorkirin
Ji aliyê Fermandarîya Jendirmeyan a Bajarê Diyarbekirê ve hatiye ragihandin ku li Diyarbekirê, 18 penaberên Afganî û 2 jî penaberên Pakîstanî tevahî 20 penaberên ku di rêyên qaçaxî de hatine Diyarbekirê hatine girtin.
Di heman daxuyanîyê de hatiye ragihandin ku 20 penaber ji bo Navenda dersînorkirinê ya Meletîyê hatine veguhastin û kesekî ku alîkarî û veguhastina wan penaberan kiriye jî hatiye girtin û bi cezayê hevsê û cezayê pere hatiye ceza kirin.
Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyê mijara penaberan di navbera desthiilatdarî û partiyên opozisyonê de jî bûye ciyê nakokî û hevrikiyan
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:38:46