Ji aliyê Ciwanên Neteweyî Yên Kurdistanê ve li Diyarbekirê panelek bi navê ji doh heta îro Kurd hat li darxistin. Di panelê mafnas Mursel Ekîcî wek moderator cih girt û axaftvanên panele jî Nivîskar û Civaknas Îsmaîl Beşîkçî û Nivîskar û Siyasetmedar Fuad Onen bû. Axaftvanan derbarê xalên girîng ên dîroka Kurdan de amaje kirin ku divê kurd dîroka xwe baş bizanibin û divê Kurd li ser bingeha daxwaza serxwebunê siyasete bikin.
Siyasetmedar û nivîskar Fuad Onen ji K24ê re got: “Di şêwazên siyaseta kurdan heye; yek jê dixwaze pirsa kurd nava sînorên dewletên dagirker de were çareserkirin û daxwaza federasyon û otonomiyê tê kirin, ya din jî ku em wê diparêzin ew e ku daxwaza serxwebuna Kurdistanê ye.”
Di panelê behsa rewşa îroyîn a Kurdan jî hat kirin û bang hate kirin ku divê Kurd enerjiya xwe bi pirranî ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî xerc bikin û divê Kurd giraniyê bidin xebatên neteweyî.
Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re got: “Kurdan bi tekoşîna xwe çend qedexeyên ser Kurd û Kurdistanê dan rakirin û ji salên 90î pê de xebatên baş hatin kirin. Di vê çarçoveyê de panelên wisa jî baş in ku divê civak û nifşên nu dîroka xwe baş bizanibin.”
Beşa dawî ya panelê de bo pirs û bersivan dem hate veqetandin û di pirs û bersivan de di hişmendiya neteweyî de girîngiya ziman hat nirxandin û banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî hay kirin.
Di panelê de bal hate kêşan ku serjimêriya kurdan ji serjimêriya 23 welatên Yekîtiya Ewrupayê zêdetir e hat xwestin ku di nava civaka Kurdan de hişmendiya neteweyî bilind bibe.