Li Efrînê û çend deverên din yên bin kontrola Tirkiyê, nerazîbûnên berfireh hatin nîşandan, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê avahiya saziya elektrîkê hat şewitandin.
Dîmenên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin, nîşan dide ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî saziyên Tirkiyê hatine kirin û saziya elektrîkê ya li bajarê Efrînê hatiye şewitandin û kelûpelên li nav avahiyê hatine şikandin.
Nerazîbûn ji ber xirabiya rewşa elektrîkê û bilindkirina bihayê elektrîkê û xirabiya rewşa jiyanê pêk hatiye.
Xwepêşanderan dirûşmên li dijî Tirkiyê gotin û yek ji dirûşmên wan ew bû ku bila Tirkiye ji herêmê derkeve.
Herwiha piraniya xwepêşanderan jî ew in ku ji derveyî Efrînê hatine herêmê û li Efrînê niştecî bûne.