Li Êlihê keçek li ber deriyê mala xwe daliqandî hat dîtin

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê zarokek li ber deriyê mala xwe daliqandî hat dîtin.

10.01.2024, Çar - 06:29

Li Êlihê keçek li ber deriyê mala xwe daliqandî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê debarê bûyerê de û ragihand ku wan lêpirsîn daye despêkirin lê heta niha kesek nehatiye desteserkirin.

Li gor agahiyên ji aliyê medyaya Tirkiyeyê ve hatîn belavkirin, 7ê Kanûna Paşîna 2024an li navçeya Hezoyê ya Êlihê malbatekê keça xwe li ber deriyê malê bi benan girêdayî û daliqandî dîtine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û zaroka keç biriye Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Li gorî îdiaya ew zaroka keç rastî destdirêjiyê hatiye û piştre xwestinê wê bixeniqînin ew daliqandine.

Herwiha hatibû îdiakirin ku derbarê bûyerê de hinek kes hatine girtin.

Derbarê van îdîayan de Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got:

“Hemû delîlên têkildarî lêpirsînê demildest hatin komkirin û wekî ku hin medyayên herêmî li ser medyaya civakî îdîa dikin, di vê qonaxê de der barê bûyerê de ti kes nehatiye desteserkirin.

Lêpirsîna derbarê sedema xwekujiyê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hezoyê ve bi hûrgilî dewam dike û lêpirsîn bi her awayî berdewam dike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:54:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x