Li Meletiyê 2 otomobîl li hev qelibîn: 3 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Darendeyê ya parêzgeha Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

15.04.2024, Pts - 10:21 [ Güncellenme: 15.04.2024, Pts - 10:25 ]

Li Meletiyê 2 otomobîl li hev qelibîn: 3 mirî, 5 birîndar
Nuçe Belav bike

Doh li taxa Nadîrê ya Darendeyê otomobîla ku şofêrê wê Batuhan Yilkinc bû û otomobîleke din li hev qelibîn.

Di bûyerê de tevî Batuhan Yilkinc, Huseyin Taha, Hacer û Meryem Tuana Bozkurt û Cîhan, Gul, Rana û Cîhangîr Aydin birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndarên birînên wan giran Huseyîn Taha û Hacer Bozkurt bi helîkopterê veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Birîndarên din Meryem Tuana, Hacer Bozkurt û Batuhan Yilkinc jî tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan tenduristiya birîndarên din jî di metirsiyê de ye û birînên wan giran in.

 

Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:18:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x