Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Mûşê qedexeya ku ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Mûşê, ji 20ê Cotmeha 2022 heta 3ê Mijdara heman salê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.
Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.
Qedexeya li parêzgeha Mûşê ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin û bi berdewamî ev qedexe tê dirêj kirin. Herî dawî 4ê vê mehê ew qedexe bo dema 10 rojan hatibû dirêjkirin.