Li Rihayê pevçûn: Kesekî canê xwe ji dest da

Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de şerê bi çekan derket û di encam de kesek hat kuştin.

08.10.2022, Cts - 13:33

Li Rihayê pevçûn: Kesekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan 8ê Cotmeha 2022an li ser Cadeya Qerejdaxê ser bi navçeya Wêranşarê di navbera du grûpan de ji ber sedemeke nayê zanîn şerê bi çekan derketiye û di encam de kesekî bi navê Siraç B. birîndar bûye.

Herwiha kesê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatiye veguhestin lê ligel hemû midaxeleyan canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de heta niha ti kesek nehatiye desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:45:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x