Li Sêrtê zilamê ji hevjîna xwe aciz bû xwe kuşt

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî zilamekî ji ber pirsgirêka ligel hevjîna xwe, dawî li jiyana xwe anî.

23.08.2023, Çar - 10:26

Li Sêrtê zilamê ji hevjîna xwe aciz bû xwe kuşt
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, di navbera L.K. û hevjîna wî E.K. de pirsgirêk hebûn û hevjîna wî dixwest ji wî cuda bibe.

E.K. derbarê hevjînê xwe L.K. de ji dadgehê biryara dûrxistina ji malê wergirtibû.

Şeva borî li Taxa Kooperatifê ya Sêrtê, L.K. di ser banê avahiyê re bi zorê ket nav xaniyê ku hevjîn û zarokên wî tê de dijiyan.

Hevjîn û zarokên wî piştî ku dibînin L.K. dikeve nav malê derdikevin derve. L.K. deriyê malê li ser xwe digre û agir berdide malê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

L.K. tevî hişyariyan derî venakir û piştî hewldanên şikandina derî yên tîmên parastina sivîlan bi demançeyê xwe kuşt.

Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin û termê L.K. ji bo karên otopsiyê bo morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hat veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:23:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x