Li Şirnexê ji ber nêçîrkirina pezkoviyan kesek hat cezarkirin

Li navçeya Elkê ya ser bi Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve, 503 hezar û 270 lîre cezayê pere li kesê ku 2 pezkovî kuştin û wêneya wan li ser medyaya civakî parve kir hat birîn.

14.06.2022, Sal - 06:27

Li Şirnexê ji ber nêçîrkirina pezkoviyan kesek hat cezarkirin
Nuçe Belav bike

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê tesbît kir ku hefteya borî kesekî 2 pezkovî kuştin û wêneya wan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Ekîban her wisa tesbît kir ku ev kes, A.T. ye û Rêveberiya Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî agahdar kir.

Rêveberê Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî li Şirnexê Orhan Kalay ragihand ku ji xeynî çoltera bajêr, li navçeyên Elkê, Îdîl, Qilabanê jî jîngeha pezkoviyan heye.

Kalay bal kişand ku wan ji welatiyan xwest ku di mijara parastina çavkaniyên xwezayî de baldar bin, heger na ew dê tedbîran bisepînin.

Kalay wiha got, "Di vê çarçoveyê de ji bo şexsê têkildar ji ber kuştina 2 pezkoviyan 500 hezar lîre, ji ber dijayetiya Qanûna Nêçîrvaniya Bejayê ya bi reqana 4915an jî 3 hezar û 270 lîre, bi tevahî 503 hezar û 270 lîre ceza hat birîn."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:42:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x