Li Şirnexê ji bo 15 rojan her cure çalakî hatin qedexe kirin

Parêzgeriya Şirnexê ragihand, ji bo 15 rojan ji bilî çalakiyên ku destûra wan hatiye wergirtin, hemû cure çalakiyên wek meş û xwepêşandanan hatine qedexekirin. Biryar bû HDP di 17ê mehê çalakiyekê li Şirnexê li dar bixe.

14.09.2022, Çar - 13:34

Li Şirnexê ji bo 15 rojan her cure çalakî hatin qedexe kirin
Nuçe Belav bike

Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin li tevahiya Şirnexê bo 15 rojan hemû cure çalaki, meş, daxuyanî, xwepêşandan hatine qedexekirin ku çalakiyên ji aliyê qeymeqamtî an jî parêzgeriyê ve destura wan hatibe dayîn nakevin nav qedexeyê.

Biryara qedexeyê di demeke de hatiye, HDPê amadekarî dikir di 17ê Îlonê de li Şirnexê li dijî qutkirina daran, çalakiyekê li dar bixe û daxuyaniyekê bide raya giştî.

Biryar bû meşek ber bi çiyayê Cûdî ve were li darxistin û li gel HDPê rêxistinên parastina xwezayê jî dê tevlî meşê bûbûna.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 514 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x