Li Şirnexê şer û pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û di encama şer de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

15.10.2022, Cts - 06:53

Li Şirnexê şer û pevçûn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku li taxa Harun Boy a navçeya Silopî ya Şirnexê, di navbera du malbatên xizmên hev de ji ber nakokiyekê pevçûn derket û bû şerê bi çekan.

Di bûyerê de welatiyê bi navê Reşît Karahan canê xwe ji dest da û kurê wî û birayê wî Fehmî Karahan birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê, tîmên polîs û tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê. Kuştî û birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku gumanbarê bi navê S.C hat desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:25:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x