Li Zapê şer: Efserekî pilebilind hate kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di operasyona “Pençe-Kilît” ya li ser xaka Herêma Kurdistanê de efserekî wan ê pilebilind hatiye kuştin.

24.09.2022, Cts - 06:49

Li Zapê şer: Efserekî pilebilind hate kuştin
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandin ku li navçeya Amêdî ya Dûhokê li herêma Zap-Avaşîn-Basyanî di operasyona “Pençe-Kilît” de efserekî wan ê Serkan Erkuş hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku Erkuş ê 28 salî di 41emîn Fermandariya Tugaya Komandoyan de wezîfedar bûye û di şerê ku di çarçoveya operasyonê de hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku Serkan Erkuş ji Meletî ya Bakurê Kurdistanê ye.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) di 17ê Nîsana 2022an da li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên girêdayî Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû ya bi navê “Pençe-Kilît” dabû destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x