Ozgur Ozel ji bo Wanê heyetek ava kir

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, ji bo wanê heyetek peywîrdar kir.

03.04.2024, Çar - 10:27

Ozgur Ozel ji bo Wanê heyetek ava kir
Nuçe Belav bike

Heyeta ku ji aliyê Ozgur Ozel ve hatiye avakirin ji parlamenterên CHPyê Sevda Erdan Kiliç, Sezgîn Tanrikulu û Mahmut Tanal pêk tê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel doh bertek nîşanî vê biryarê da û got, “Ev xefk e.”

Serokê Şarederiya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî gotibû, “Ev, nasnekirina îradeya gelê Wanê ye.”

Ozgur Ozel piştre jî biryar da heyetekê ava bike da ku rewşa Wanê bişopîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:43:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x