PAK: Birîna Jenosîda Helebçeyê Bi Azadîya Kurdistanê Tê Kewandin

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) derbarê 34. Komkujiya Helepçe'yê de peyamek weşand.

16.03.2022, Çar - 08:36

PAK: Birîna Jenosîda Helebçeyê Bi Azadîya Kurdistanê Tê Kewandin
Nuçe Belav bike
Roja 16'ê Adara 1988'an de li Helebçe ya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.

Li Helebçeyê Mirovahî 5000 Caran Hate Qetil Kirin.

Jenosîda Helebçeyê Tawaneke Li Dijî Mirovahîyê Ye.

Em Qesasên Jenosîda Helebçeyê û Alîgirên Wan Rûreş Dikin.

Me Jenosîda Helebçeyê Jibîr Nekirîye, Em Jibîr Nakin Jî.

Divê Netewên Yekbuyî(UN) Jenosîda Helebçeyê Qebûl Bike.

Jenosîda Helepçeyê Nikarîbûye Rê Li Ber Doza Azadîya Kurdistanê Bigire.

Birîna Jenosîda Helebçeyê Bi Azadîya Kurdistanê Tê Kewandin.

Em Şehîdên Helepçeyê û Hemû Şehîdên Kurdistanê Bi Giramî Bibîrtînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 499 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad