PAK'ê: Divê ciwanên Kurd demildest werin berdan

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), di derbarê mijara bilindkirina Alaya Kurdistan û binçavkirina çend ciwaên Kurd bertekek tund nîşanda. PAK'ê da zanîn û got: "Ciwanên kurd ên Alaya Kurdistanê bilind kirine divê demildest bêne berdan."

26.09.2022, Pts - 14:14

PAK'ê: Divê ciwanên Kurd demildest werin berdan
Nuçe Belav bike

PAK'ê, duh êvarê liyîstoka fûtbolê ya ku bajarê Amed'ê di navbeyna tîma Amedspor û tîma bajarê Bursa'yê de hatiye leyîstin çend alîgirên Kurd Alaya Kurdistan bilindkiribûn û jiber wî sedemê îro hatin binçavkirin, bi daxûyanîyekî bertek nîşanda.

Daxûyanîyê de ev gotin têne rêzkirin:

Beşeke ciwanên Kurd roja 25.09.2022yê, li Amedê, di lîstika fûtbolê ya Amedspor û Bûrsasporê da Alaya Kurdistanê hildan û drûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ bilind kirin.

Ji van ciwanên Kurd 5ên wan ji alîyê polîsên Dewleta Tirk ve hatine dest ser kirin.

Alaya Kurdistanê Alaya gelê Kurdistanê ye û nuha li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê wek Alaya Fermî hatîye qebûl kirin.Alaya Kurdistanê ji alîyê Dewleta Iraqê û hemû dewletên cîhanê ve jî hatîye qebûl kirin.Kurdistan jî navê welatê gelê Kurdistanê ye.

Serokomar û wezîrên Dewleta Tirk jî gelek caran di hevdîtinên li gel Rayedarên Herêma Kurdistanê li gel Alaya Kurdistanê wêne kişandine.

Alaya Kurdistanê jî, dirûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ jî 2 nirx û navên meşrû ne, serbilindîya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ne.

Bi tu awayî nayê qebûl kirin ku ciwanên Kurd ji ber hildana Alaya Kurdistanê û ji ber bilind kirina dirûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ bêne desteser kirin.

Ciwanên Kurd divê demildest bêne berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x