Parêzgariya Diyarbekirê çalakiyên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de qedexe kir

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku hemû cûre çalakî ji bo rojekê hatine qedexekirin û di vê çarçoveyê de jî çalakiya HDPê ya li Parka Koşuyolu dê bihata kirin, hat qedexekirin û rê li ber daxuyaniyê hat girtin.

20.10.2022, Per - 12:07

Parêzgariya Diyarbekirê çalakiyên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de qedexe kir
Nuçe Belav bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û sazî û rêxistinên hevgirtiyên wê bi îdiaya ku artêşa Tirkiyê di operasyona hemberî PKKê de çekên kîmyewî bi kar aniye, xwest çalakiyekê li dar bixe.

Beriya çalakiyê jî Parêzgariya Diyarbekir bi nivîseke fermî ragihand ku hemû cûre çalakiyên 20ê cotmehê hatine qedexekirin.

Li ser vê yekê jî girseya ku bo çalakiyê li Parka Koşuyolu civiyabû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat dorpêçkirin û ji bo daxuyaniyê rê nehat dayîn. Piştre polîsan hişyariya binçavkirinê da û girseya ku Parlamentera Diyarbekir a HDPê Remziye Tosun jî tê de bû, kom bi kom belav bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 591 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:55:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x