Li gor biryara ku di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, li 17 zanîngehan rektorên nû hatin tayînkirin.
Di rojnameyê de navên rektorên 17 zanîngehan eşkerekirin û yek ji wan jî Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş e, ku weke rektorê nû bo Zanîngeha Şirnexê hate tayînkirin.
Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş kî ye?
Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş 1ê Çileya 1977ê li bajarokê Gundikê Melî yê ser bi Şirnexê ve ji dayîk bûye û di sala 2001ê de ji Zanîngeha Marmarayê derçûye.
Alkiş ku li Amerîkayê û Enqerê li ser "Zanistên Îslamê yên Bingehîn" master kiriye, di salên 2009-2016an de li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê weke alîkarê doçent û di sala 2016-219an de li Fakulteya Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Fatîh Sultan weke doçent û di 2019-2021 de li Zanîngeha Dîcleyê li Fakulteya Îlahiyatê weke Profesor Doktor xebitî ye.
Alkiş ku li ser tesewîfê lêkolînan dike zimanên Kurdî, Tirkî, Farsî, Erebî û Îngilîzî dizane.
Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş gelek gotar nivîsandine û hejmareke pirtûkên ku nivîsandine ev in:
Jiyana Aynu’l-kudat-ı Hemedanî û berhem û fikrê wî Bingeha Rastiyên Dînê Zûbdetû'l-Hakaîk Fusu'l Hikem Ji Nûve Çapkirina Nivîsa Herî Kevin û Weşana Wê Pêgirî (Weşanxaneya Lîtera) Di Dîwana Melayê Cizîrî de Mazmûnên Tesewîfî (Weşanxaneya Nûbihar)