Şaredarê Bêrecûkê ji DEM Partiyê îstifa kir

Mehmet Begît ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê wekî şaredarê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hatibû hilbijartin, ji partiya xwe îstifa kir.

30.04.2024, Sal - 10:05

Şaredarê Bêrecûkê ji DEM Partiyê îstifa kir
Nuçe Belav bike

 Mehmet Begît ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê wekî şaredarê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hatibû hilbijartin, ji partiya xwe îstifa kir.

Li gel Mehmet Begît endamên meclîsa şaredariyê Mahmut Dîrîer, Sakip Yaşar, Reşît Çelîkhan û Ahmet Arar jî ji DEM Partiyê îstifa kir.

Şaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît derbarê biryara xwe peyamek belav kir.

Mehmet Begît îdia kir ku “piştî hilbijartinan hewldan hebûn ku şaredarî ji derve were birêvebirin” û wî ji ber wê yekê îstifa kiriye.

“Midexale li alaya me û Ataturk hat kirin”

Mehmet Begît di peyama xwe de got:

“Ji bo piştgiriya ku we di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adara 2024an de da me spasiya we dikim.

Ev hilbijartin di dîroka hilbijartinên şaredariyê de hilbijartina ku şaredar herî zêde deng wergirtî ye.

Xelkê me, ji me bawer kir û me bi wê baweriyê dest bi wezîfeya xwe kir.

Ez dixwazim beriya her tiştî ev bê zanîn ku ev gotinên ez dibêjim, bi ti awayî endamên DEM Partiyê yên ku baweriya xwe bi me aniye û dengê xwe daye me eleqedar nake.

Lê belê ne mimkûn e ku em midaxaleya komeke ya li hemberî alaya me, posterê Ataturk û Serokkomar qebûl bikin.

Herwiha piştî hilbijartinê zextên ji derve yên li ser rêveberiya şaredariyê dest pê kirin.

Ez amade me bi xelkê Bêrecûkê re navçeya me bi rê ve bibim.

Tenê xelkê Bêrecûkê dikare navçeya xwe îdare bike û ez di vê mijarê de bi biryar im.

Ti îrade di ser vîna gel re nîne. Ji ber van sedeman ez tevî 4 endamên meclîsê ji DEM Partiyê îstifa dikim.

Em wekî Şaredarê Bêrecûkê bi awayekî serbixwe, tevî hevalên xwe yên meclîsê erka xwe didomînin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:13:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x