Serokê nû yê HAK-PARê diyar bû

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) îro li Enqerê Nehemîn Kongreya xwe ya Asayî saz kir. Di kongreyê de Duzgun Kaplan wek serokê nû yê partiyê hat hilbijartin.

16.05.2022, Pts - 08:31

Serokê nû yê HAK-PARê diyar bû
Nuçe Belav bike

Kongreya HAK-PARê li avahiya Odeya Mîmar û Endezyaran a Enqerê hat lidarxistin û şandên partriyê yên ji bajarên cuda cuda yên Bakurê Kurdistanê têde beşdar bûn, herwiha ji HUDA PAR, HDP û partiyên din jî mêvan beşdar bûn.

Salona kongreyê bi wêneyên Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Seîd û Seyîd Riza hatibû xemilandin.

Serokê berê yê HAK-PARê, Latif Epozdemir ku di kongreyê de axavtinek kir, diyar kir ku partiya wî yek ji muxatebên çareseriya Pirsgirêka Kurd e û got: “Eger hûn dixwazin vê pirsgirêkê bi kurdan re çareser bikin ku ji bo me tişta herî rast ev e, wê demê em wek Partiya Maf û Azadiyan aliyek in. Em yek ji wan muxateban e. Ya herî rast ew e ku bi muxatebên xwe re mijarê muzakere bikî û bi rêbazên dîplomatîk û demokratîk ên modern çareser bikî. HAK-PAR partiyeke ku li pey vê dozê ye.”

Epozdemir ji bo serokatiya partiyê nebûbû berbijêr

Latif Epozdemir diyar kir ku ji ber qezaya trafîkê ya di 10ê Nîsanê de pirsgirêkên wî yên tendirustiyê derketine û pêvajoya tedawiyê wî dê demeke dirêj bidome û ew dê di vê kongreyê de nebe berbijarê Serokatiya Giştî ya partiyê.

Epozdemir herwiha got, “Lê ti guman tunebe, ger ez 100 carî ji dayik bibûma, ezê dîsa jî bibûma endamê HAK-PARê. Ji bo min rûmeta herî mezin seroktiya vê partiyê bû. Lê ez li vir im, ez naçim cihekî. Weke leşkerekî vê partiyê ez dê heta dawiya jiyana xwe li cem hevalên xwe bim û tu carî we bi tenê nehêlim.”

Di kongreyê de ji bo serokatiya partiyê hilbiajartin hat kirin û di encamê de Duzgun Kaplan wek serokê nû yê HAK PARê hat hilbijartin.

Li aliyê din di kongreya asayî ya de HAK PARê, navên endamên Meclîsa Partiyê jî hatin eşkerekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:35:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x