Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê PAKê Nurullah Timur, endamên Meclîsa PAKê Tayîp Sana û Mustafa Kalpak, Serokê Teşkîlata Batmanê Azîz Ozdemîr, Serokê Teşkîlata Hezo Abdulmecîd Hezer û revebir û endamên PAKê yên Batmanê, roja duşemê, 24.10.2022, li Batmanê seredana bi sedan esnafan kir.
Esnafên Batmanê bi awayekî germ pêşewazîya PAKîyan kirin.
Di van seredanan da Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, di derbarê 8 salîya PAKê da agahdarî da û îlaneke desta ku daxwazên acîl yên miletê Kurd tê da hatibû nivîsandin, li esnafan hate belav kirin.
Seredana heyeta PAKê ya li esnafên Batmanê bi awayekî berhemdar bidawî hat.
Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk herweha li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civîneke çapemenîyê li dar xist.
Mustafa Ozçelîk di derbarê konferansa PAKê da agahdarî da û fi de4varê pêvajoya heyî da, bîr û rayên PAKê bi çapemenîya mehelî ya Batmanê ra parve kir.
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê