Xarpêt: Termê mêrekî di bendavê de hat dîtin

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê termê mêrekî di Bendava Karakayayê de hat dîtin.

21.05.2024, Sal - 09:50

Xarpêt: Termê mêrekî di bendavê de hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, şevê din li navçeya Kebanê li nêzîkî gundê Zirkê Şêxemir, kesên li gola bendava ku li ser Çemê Feratê hatiye çêkirin masî digirtin termê mêrekî dîtiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirme çûn cihê bûyerê.

Li gorî lêkolînên destpêkê hatiye zanîn ku term ê kesê bi navê Adem Gundogdu yê 60 salî ye.

Tîmên tenduristiyê termê Adem Gundogdu ji bo kar û barên otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Zanîngeha Feratê.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 822 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:56:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x