Amerîka avahiyeke mezin ji bo kunsulxaneya xwe li Hewlêrê ava dike

Hikûmeta Herêma Kurdistan parçe zeviyek ji bo avahiya nû ya kunsulxaneya Amerîka li Hewlêrê destnîşan kir.

23.04.2018, Pts - 11:51

Amerîka avahiyeke mezin ji bo kunsulxaneya xwe li Hewlêrê ava dike
Nuçe Belav bike

Kurdistan
Amerîka avahiyeke mezin ji bo kunsulxaneya xwe li Hewlêrê ava dike

[Kurdistan24 Hewlêr] Kurdistan24 Hewlêr |
Yek demjimêra bûrî
Share share
[Amerîka avahiyeke mezin ji bo kunsulxaneya xwe li Hewlêrê ava dike]
Merasîma destnîşankirina zevî ji bo avahiya kunsulxaneya Amerîkî li Hewlêrê bi amadebûna Nêçîrvan Barzan û Doglas Siliman
Amerîka Herêma Kurdistanê Hewlêr Kunsulxaneya Amerîkî
A+AA-

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistan parçe zeviyek ji bo avahiya nû ya kunsulxaneya Amerîka li Hewlêrê destnîşan kir.

Îro di merasîmekê de ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman têde amade bûn, herdu aliyan derbarê giringiya piroje û pêwendiyên di nav Amerîka û Herêma Kurdistanê de axivîn.

Destpêkê balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman got: "Amerîka pêbendî piştgiriya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û vekirina kunsulxaneyê li Hewlêrê, nîşana wê yekê ye, ku Amerîka piştevaniya Herêma Kurdistan ya bihêz dike".

Piştre serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di gotarekê de got: "Em destxweşiyê li vê destpêşxeriyê dikin ji bo avakirina avahiyeke nû ji kunsulxaneya Amerîka re li Hewlêrê, ew yek nîşana bawerî û piştevaniya Amerîka ji Herêma Kurdistanê re ye û nîşana pêşxistina pêwendiyan li gel Herêma Kurdistanê ye".

Herwiha got: "Pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ne nû ne, di serhildana sala 1991ê de, Amerîka di rêza pêşî de bû ji bo derxistina biryara çêkirina navçeyên aram. Di qonaxa xistina rêjîma Be'is û şerê li dijî DAIŞê de jî, pêwendiyên baş yên Amerîka li gel Herêma Kurdistanê hebûn, îro jî di qonaxeke aram de, avahiya nû ya kunsulxaneyê li Hewlêrê ava dike, ev jî nîşana giringîdan û pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de ye".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:41:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x