Amerîka: Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye

Alîkarê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê got, “Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye.”

30.04.2024, Sal - 09:58

Amerîka: Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye
Nuçe Belav bike

Alîkarê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê Vedant Patel wiha bersiv da:

“Tişta ku ez dikarim bêjim ev e ku êrişên bi vî rengî li ser binesaziya sivîl êrişeke rasterast e li ser serweriya axa Îraqê.

Ji ber vê yekê hûn dibînin ku me ew şermezar kir lê tiştekî din li cem min nîne.”

Çi bûbû?

Qada Gazê ya Kormorê roja înê danê êvarê bû armanca êrişa dronan.

Qada Gazê ya Kormorê li nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî berhemanîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Qada Gazê ya Kormorê hatibû kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:53:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x