Amerîka: Haya me ji hewlên çalak ên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hilbijartinan heye

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Em hewlên ji bo li Herêma Kurdistanê hilbijartinên azad, adil û pêbawer bên kirin, teşwîq dikin.”

02.04.2024, Sal - 10:57

Amerîka: Haya me ji hewlên çalak ên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hilbijartinan heye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Matthew Miller li ser hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hilbijartinan got:

“Em fêhm dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên Îraqê bi awayekî çalak li ser pêngavên paşerojê difikirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar dabû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Matthew Miller herwiha diyar kir ku Amerîka ligel wê yekê ye ku hilbijartinên azad, dadmend û pêbawer li Herêma Kurdistanê bên lidarxistin û piştevaniya hewlên ji bo vê yekê dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 18ê Adarê ragihandibû, “Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li gel Serok Mesûd Barzanî,  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî  behsa girîngiya lidarxistina hilbijartinan kir.

Alina Romanowskiyê diyar kir ku wan ji PDKyê xwest ku ji bo lidarxistina hilbijartineke şefaf û adil li gel aliyên din ên Kurdî û Îraqê bixebite.

Serok Barzanî 30 Adarê li Pîrmamê Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski pêşwazî kiribû û gotibû:

“PDK her tim piştevaniya pêkanîna hilbijartinan kiriye lê ev du sal in aliyên din rêgiriyê li hilbijartinan dikin.

Niha jî bi piştevaniya welatên derve hatine bi rêya saziyeke nedestûrî lîstikên siyasî bi budce û xwireka gelê Kurd dikin û ev jî ji bo lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê ye.”

Ji aliyê din ve, Balyoza Amerîkayê ya Îraqê diyar kir ku ew xem û dilgiraniyên PDKyê yên derbarê hilbijartinê fam dikin.

Romanowskiyê da zanîn ku wan bi UNAMI û aliyên siyasî yên Îraqê re behsa daxwaz û mercên PDKyê kiriye.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:13:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x