Amerîka: Pêwîste berî helbijartinan pirsgirêkên Hewlêr û Bexda bên çareser kirin!

Şandeya wezareta derve ya Amerîka bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve John Sullivan û balyozê Amerîka yê Iraqê Douglas Silliman de li gel serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêkanîn.

03.02.2018, Cts - 12:08

Amerîka: Pêwîste berî helbijartinan pirsgirêkên Hewlêr û Bexda bên çareser kirin!
Nuçe Belav bike

Li gor malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hate dayîn waha ye:

Şandeyeke Wezarerta Derve ya Amerîkayê roja 29.01.2018 bi serokatiya John Sullivan Cîgirê Wezîrê Derve John Sullivan û bi endametiya Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman, Cîgirê alîkarê Wezîrê Derve ji bo karûbarên Rojhilata Navîn Andrew Pek, Cîgirê alîkarê Wezîrê Xizîneya Amerîkayê Erik Mayer serdana bajarê Hewlêrê kirin û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî li wê şandeyê hate kirin.

Di civînekê de ku, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, Sullivan kêfxweşiya xwe bi serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Tekîd li ser giringiya têkeliyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hat kirin.

Sullivan ragehand ku Amerîka dixwaze pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê û bi rêya diyalogek cidî bên çareser kirin. Li dor konferensa avadankirina Îraqê ku biryar e li Kuwêtê bê saz kirin, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku di wê konferensê de pirojeyên pêwîst ji aliyê welatên Komelbexiş ve ji bo avadankirina Îraqê bên dabîn kirin û bi pêwîstî zanî Herêma Kurdistanê ji wan pirojeyan sumend be.

Herwiha hêvî xwest ku tenahiya abûrî, siyasî û emnî li deverê bi cî bibe û Herêma Kurdistanê jî careka din wek berê bibe xwedîyê abûriyeka agiring

Nêçîrvan Barzanî bi sipasiya serdanan şandeya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Hewlêrê, amaje bi hewil û xebatên Amerîkayê û welatên Hevpeyman ji bo xweşkirina aqarê destpêkirina danûastandin û diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê kir. Pabendbûna Herêma Kurdistanê jî bi çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Îraqê nîşan da.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyasî û abûriya Herêma Kurdistanê û arîşe yên êkonomî ku rastî Herêma Kurdistanê hatine kir û got gelek girin e şandeya Herêma Kurdistanê jî di konferensa avadankirina Îraqê de beşdariyê bike daku bikaribe ji pirojeyan sudmend be û pêdawîstiyên Herêma Kurdisdtanê li warê avadankirinê dabîn bike.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê bên encam dan û ew piştgiriya prosesa demokarasiyê li Iraqê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x