Amerîka: Em ji biryara PDKyê dilgiran in

Alîkarê Berdevekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji ajansa Rûdawê re got, “Em ji biryara PDKyê ya boykotkirina hilbijartinan dilgiran in.”

19.03.2024, Sal - 06:53

Amerîka: Em ji biryara PDKyê dilgiran in
Nuçe Belav bike

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duh diyar kirbu ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye ku ew beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.

Alîkarê Berdevekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel derbarê vê biryarê ji Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

Vedant Patel diyar kir ku ew dilgiraniyên Kurdan ên li hemberî biryarên Dadgeha Federal a Îraqê fêm dikin û got:

“Bi nêrîna me boykotkirina hilbijartinan nakeve xizmeta berjewendiyên Herêma Kurdistanê û gelê Kurd û Îraqê bi giştî.

Em ji biryara PDKyê ya boykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dilgiran in.”

Vedant Patel herwiha da zanîn ku ew piştevaniya hilbijartinekê dikin ku hemû alî tê de beşdar bibin û got:

“Em piştgiriyê didin hilbijartineke azad, dadmend, pêbawer û zelal.”

Vedant Patel derbarê rageşiya di navbera Hewlêr û Bexdayê jî de got:

"Em bi şeweyekî berdewam pêwendiyana bi Hewlêr û Bexdayê derbarê mijarên berjewendiyên me yên hevbeş hene.”

Polîtbûroya PDKê îro bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê PDKyê di daxuyaniyekê de biryara boykotkirina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da.

Herwiha PDKyê di daxuyniyê de gotibû:

“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

Herwiha 15 partiyên Mesîhî û 10 partiyên Tirkmenan jî wekî bertek li dijî biryara nehiştina kursiyên pêkhateyan a Dadgeha Federal a Îraqê biryara boykotkirina hilbijartinan stendibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x