Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand, ku welatê wî piştevanê Kurdan bûye û her piştevan jî dimîne û got: “Emê ji bo cîbicîkirina destûra Iraqê emê piştgiriyê bidin Kurdan, ku ti caran destûr bi temamî nehatiye cîbicîkirin. Eger destûr were cîbicîkirin dê hinek daxwazên Kurdan jî pêk bên.”

13.12.2017, Çar - 06:01

Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
Nuçe Belav bike

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di panêlekê de li peymangeha Atlantîk a Washingtonê ragihand, ew di rûbirûbûna terorê de li Iraq û Sûriyê serketî bûne.

Rex Tillerson diyar kir: “Siyaseta Amerîka herdem li gel Iraqeke yekgirtî bû lê weke tê zanîn giştpirsiya serxwebûnê ya ku berpirsên Kurd berî mehan li herêma Kurdistanê encamdan, parçekirina wê Iraqa yekgirtî bû. Niha jî em kar li ser wê proseyê dikin ku Hewlêr û Bexda piştrast bin da ku herdu alî bihevre bimînin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha got: “Em piştevaniya nehiştina aloziyan û destpêkirina gotûbêjan li gorî destûra Iraqê dikin, ku ti carî ew destûr bi temamî nehatiye bicihkirin. Em li pişta kurdan bûn û herweha dimînin. Eger bi temamî destûr bê bicihkirin, dibe ku hinek daxwaz û giliyên Kurdan pêk werin û em bi hêvî ne, ku ew siyaset bibe sedema yekgirtina Iraqê.”

Tillerson da xuyakirin, ku ew dê li welatên weke Lîbya û rojhelatê Asyayê jî tekoşînê berdewam bikin û got, ku Amerîka dê nehêle Koreya Bakûr gefên xwe berdewam bike û dê hikumeta wî welatî were cezakirin.

Rex Tillerson derbarê Rûsiya jî got ku ewê peywendiyên xwe ligel wî welatî asayî bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x