Amerîka: Em Kurdistaneke bihêz ku yekîtiya xwe ava kiriye piştgirî dikin

Şêwirmendê Ewlehî yê Netewe yê Amerîkayê H.R. McMaster di axaftina xwe de ragihand ku ew piştgirî didin Hikûmeteke Kurdistanê ya bihêz.

22.11.2017, Çar - 06:41

Amerîka: Em Kurdistaneke bihêz ku yekîtiya xwe ava kiriye piştgirî dikin
Nuçe Belav bike

Ofîsa Têkiliyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Berpirsê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Nûnera Herêma Kurdistanê li Washîngtonê Beyan Samî Ebdulrehman bi Şêwirmendê Ewlehî yê Neteweyî yê Amerîkayê H.R. McMaster re hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de Şêwirmendê Ewlehî yê Neteweyî yê Amerîkayê H.R. McMaster ragihandiye ku Amerîka di çarçoveya Iraqa demokratîk û federal de piştgiriyê hikûmeteke bihêz û yekgirtî ya Herêma Kurdistanê dike.

​Felah Mistefa jî vê civînê de her du aliyan li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwiha giringiya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê gotûbêj kirine. McMaster di civînê de amaje bi wê yekê kiriye ku Wasîngton agahdarê wê rolê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo îstiqrara herêmê dibîne.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:15:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x