Antony Blinken: Em dixwazin hemî alî tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bibin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di konfiranseke rojnamevanî de radigehîne, “Em dixwazin hemî alî tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bibin û tevaya welatiyan nûnerîtiyên baş hebin”.

06.04.2024, Cts - 10:13

Antony Blinken: Em dixwazin hemî alî tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bibin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Em dixwazin peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî erênî ber bi pêş ve biçin û ji bo tevaya xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê berhemdar bin”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez jî kir ku bala wan li ser danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraq de bû, ku pirsa hilbijartinan jî yek ji wan danûstandinan e, û tekez jî kir, “Amerîka dixwaze hemî alî tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bibin û tevaya welatiyan nûnerîtiyên baş hebin”.

Ev di demekê de ye ku piştî rojekê ji civînên xwe yên bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski roja Yekşemê, 31.03.2024, ragehand, “Pêxemetî birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf di nêzîktirîn dem de, min PDK pal da ku bi tevaya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê re kar bike”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Ev helwesta PDKyê jî piştî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê hat ku li roja 21ê Sibata 2024ê û piştî ku 11 caran rûniştina xwe li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê paş xist biryar da, ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar bazinên hilbijartinan hat parvekirin û hejmara kursiyên kutayan ku 11 kursî bûn helweşandin, bi vî rengî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Ji verêja van biryaran jî, tevaya partî û aliyên siyasî yên her du pêkhatên Kiristiyan û Tirkmenan (ji bilî bereyê Tirkmenî), biryar da ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:47:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x