APIKUR: Serdana Sûdanî bo Amerîkayê derfetek e ji bo vekirina boriya petrolê ya Kurdistanê

Komeleya Pîşesazî ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) di daxuyaniyekê de ragihand, serdana Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê, derfetek e ji bo pêşdebirina bi arasteya vekirina boriya petrolê ya Kurdistanê.

13.04.2024, Cts - 09:42

APIKUR: Serdana Sûdanî bo Amerîkayê derfetek e ji bo vekirina boriya petrolê ya Kurdistanê
Nuçe Belav bike

APIKUR di daxuyaniya xwe de got, serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Koşka Spî ya ku biryar e di 15ê Nîsanê de bê kirin, derfeteke girîng e ji bo bidawîkirina astengiyên li pêş destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.

APIKUR got amaje bi wê jî kir, kompanyayên endamên wê pabend in bi girêbestên xwe yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşwaziyê li her destpêşxeriyekê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê dikin.

Bal kişande ser wê yekê, civîna Sûdanî û Biden dê bibe sedem ku hemû kes bi hev re kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hêsanî û vegerandina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê.

Diyar kir jî, her çend e Tirkiyeyê di Cotmeha 2023an de bi fermî ragihandibû ku ew amade ye hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bike, lê hinardekirina petrolê hatiye rawestandin, ku rojane bazara enerjiyê ya cîhanê nêzîkî 400 hezar bermîlên petrolê jidest dide û ev jî dibe sedem ku buhayê petrolê bilind bibe.

APIKUR dibêje, nebûna rêkeftinekê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê, 14.5 milyar dolar zerer gihandiye Iraqê, Herwiha li Herêma Kurdistanê, Iraq û kompanyayên navdewletî yên petrolê, hejmareke mezin ya karkeran jidest dane û derfetên veberhênanê jî kêm bûne.

Tekez kir jî, kompanyayên endamên APIKURê pabend in bi girêbestên xwe yên ligel Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çaverêyî rêkeftineke hevbeş in ku bibe sedema destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê re.

 

Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:46:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x