Balyoza Amerîkayê ya Îraqê li ser boykotkirina PDKyê ya hilbijartinan daxuyaniyek da

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê derbarê biryara PDKyê ya boykotkirina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê got, “Em ji biryara PDKyê nîgeran in.”

19.03.2024, Sal - 06:55

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê li ser boykotkirina PDKyê ya hilbijartinan daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duh diyar kirbu ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye ku ew beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.

Alina Romanowski ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Xê derbarê biryara PDKyê ya boykotkirina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê peyamek belav kir.

Romanowskiyê got, "Em ji daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya boykotkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê nîgeran in.

Em daxwazê ji hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo birêveçûna hilbijartineke azad, dadperwer, şefaf û bawerîpêkirî kar bikin.

Divê dengê hemû xelkê Herêma Kurdistanê di diyarkirina paşeroja xwe de hebe."

Biryara boykotê ya PDKyê

Polîtbûroya PDKyê îro bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê PDKyê di daxuyaniyekê de biryara boykotkirina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da.

Herwiha PDKyê di daxuyniyê de gotibû, “Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

15 partiyên Mesîhiyan û 10 partiyên Tirkmenan jî biryara boykotê dabû

Di hilbijartinên herî dawî de PDK bi jimareya 183 beşdarî hilbijartinan bû û 688 hezar deng stendin û li Parlementoya Kurdistanê jî 45 kursî bi dest xistin û bû partiye yekem.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21 kursiyên parlementoya Kurdistanê bi des xistin û bû partiya duyem.

Biryar e hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di 10ê Hezîranê de bi rê ve biçin.

Cara yekem e di vê hilbijartinê de kotaya kursiyên pêkhateyan dê nebe ku di kotayê de Mesîhî xwedî 5 kursî, Tirkmen 5 kursî û Ermenî jî xwedî kursiyekê bûn.

Lê belê di 21ê Adarê de Dadgeha Federal a Îraqê biryara hilweşandina kursiyên pêkhateyan da.

Li aliyê din 15 partiyên Mesîhiyan di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew li dijî wê biryara Dadgeha Federal a Îraqê ne û dê beşdarî hilbijartinan nebin.

Li gel Mesîhiyan 12ê Adarê 10 partiyên siyasî yên Tirkmenanan di daxuyaniyekê de ragihandibû heta ew biryara Dadgeha Federal neyê hilweşandin dê beşdarî hilbijartinan nebin û boykot bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:33:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x