Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de pêşveçûn herî dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin. Silliman Kurdistan vexwende civîna Kuweytê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di hevdîtinê de Barzanî û Silliman li ser karê lijneyên taybet ên dabînkirina meaşên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê yên Kurdistanê û rakirina qedexeya balafirên navneteweyî yên ser balafirxaneyan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve axivîn û herdu alî hêviyên xwe anîn ziman ku gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê erênî bibin û rê li çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera herdu aliyan vekin.
Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de Barzanî û Silliman behsa beşdarbûna heyeta Kurdistanê di Konferansa Avakirina Iraqê de kirin. Biryar e di demeke nêz de li Kuweytê ji bo avadankirina Iraqê konferansek were lidarxistin.