Barbara Leaf: Paşerojeke ronî li pêşiya Herêma Kurdistanê ye

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Barbara A. Leafê got, “Eger Herêma Kurdistanê pêbendî demokrasiyê be paşerojeke ronî li pêşiyê ye.”

25.09.2024, Çar - 10:24

Barbara Leaf: Paşerojeke ronî li pêşiya Herêma Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Nêzîk Barbara A. Leaf jî ji Diyar Kurde re axivî.

Barbara A. Leaf ji bo bipêşketina Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya demokrasiyê û got:

“Eger Herêma Kurdistanê pêbendî demokrasiyê be û rêya demokrasiyê hilbijêrê paşerojeke ronî li pêşiya gelê wê ye.

Ez ji bo gelê Kurdistanê tiştê herî baş hêvî dikim.”

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê doh bi awayê fermî ragihand ku propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro (25ê Îlonê) dest pê dike.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:24:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x