Duh li bajarê Mina yê Misrê êrişeke mezin a çekdarî pêk hat û di encamê de 30 kesî canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bû.
Bi wê yekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav da û ew êriş bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe bo malbat, kesûkurên qurbaniyan nîşan da.
Barzanî ameje bi vê yekê kir ku kiryarên terorîstî li gelek deverên cîhanê dubarê dibin, divê civaka navdewletî cidîtir li ser vê yekê raweste.
Teksta peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Barzanî ev e:
“Em, êrîşa terorîstiya hovane ku duhî (26.05.2017) bo ser du otobusên rêvingên bajarê Mîna li Misirê ber bi dêrêkeê dicûn hat kirin û di wê êrîşê de nêzîkî 30 hevwlatiyên Qîbtî jiyana xwe ji dest da û hijmareke din jî birîndar bûn, bi dijwarî şermezar dikin.
Hevxemî û hederdiyê bi malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê re parve dikin û sersaxiyê ji wan re dixwaz in û ji birîndaran re daxwaz selametiyê dikin.
Di demekê de ku kiryarên terorîstî li gelek deverên cîhanê çendbare dibin, divê civaka navdewletî cidîtir li ser vê pirsê helwest bigire û bi destkeî bihêztir rûbirûyê grûpên terorîstî û bi taybetî bi awayekî berfirehtir berhingarî fikira tariya terorîstan bibe.”