Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çerçoveya Forûma Aborî yê Navneteweyî ya St. Petersburg (SPIEF) re axivî û ragihand ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê nirxandine.
Barzanî eşkere kir ku têkiliyê wan ê dîrokî bi Rûsyayê re hene û got: "Ji bo me hatine St. Petersburgê fersanda başkirina têkiliyên di warê aborî, siyaset û enerjiye de ne. Me bi Lavrov re van mijaran nirxandin û nirxandina me bi rayedarên din re jî dê dewam bike. Têkiliyên me bi Rûsyayê re baş in û ev hêvî dikim ku baştir be.