Şêwirmendê Mesûd Barzanî, Hêmin Hewramî peyama sersaxiyê ya Barzanî gihand balyozê Misrê li Hewlêrê Omer Fehmî. Barzanî di peyama xwe de detsnîşankir ku, kiryarên terorîstan dijî mirovayetiyê ne û terorîst di her fersendê de dixwazin li herêmê de çalakiyên xwe li dar bixin.
Barzanî balkişand têkoşîna Pêşmerge ku terora DAIŞê têkşikand û taziyeyên xwe gihandin malbat û gelên Misrê. Her wiha eşkere kir ku ew hevxemê êşa wan e. Omer Fehmî bi rêya Hêmîn Hewramî spasiyên xwe pêşkeşî Barzanî û gelê Kurdistanê kir.
Hêjayî gotinê ye ku di êrîşa terorî li herêma Sinaayê de30 zarok jî di nav de 335 kesî jiyana xwe jidest da bû û zêdetirî 100 kesî jî brîndar bûbûn.