Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!

Parlamenterê Kurdistanê Umêd Xoşnav behsa hevdîtina parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got, Barzanî ji Baydemî re gotiye: "Madem Kurdistan di nav dilê te ye, tu jî di nav dilê me de yî!"

09.04.2018, Pts - 15:19

Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
Nuçe Belav bike

Şandeka HDPê bi serokatiya hevseroka partiyê Pevin Buldan ev çend roj in li Herêma Kurdistanê ye. Şanda HDPê roja 7 vê mehê gihîşt Hewlêrê û heman rojê li Pîrmamê bi Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî re hevdîtin kir. Di dema hevdîtinê de parlamenterê Kurdistanê Omêd Xoşnav jî amade bû.

Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsek bi navê ‘Çima Baydemîr di nav dilê me de ye?' nivîsiye û behsa diyaloga navbera Barzanî û Baydemîr kiriye û gotiye: "Eger Kurdistan li nav dilê te ye, piştrast be tu jî di nav dilê me de yî!"

Xoşnav di nivîsa xwe ya Facebookê de şandeya HDPê wek "şandeyeke bakurê Kurdistanê" bi nav kir û serdana berî du salan bi bîr anî ku Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş jî di nav de bû û got: "Demirtaş û Baydemir du wêneyên berî du salan de bûn û bo wêne sekinîm lê ew wêneyê berî çend rojan. Tenê Baydemir bû. Mixabin Demirtaş girtî ye."

Parlamenterê Kurdistanê behsa diyaloga xwe, Baydemir û Feleknas Ucayê kir û got: Dema girtina wêneyî, min got, heval lew wêne Demirtaş ne li vir e. Baydemir di bersiva xwe de got, "çarenûsa me hemûyan e."

Dema min Feleknas Uca dît. Hat navbera me û got, "heval heta em nebin dewlet, çarenûsa te, min û ya me hemûyan her zindan e. Ji ber wê heta dewleta me Kurdistan çênebe, Kurdistan bixwe ji bo me zindan e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 891 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:47:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x