Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Douglas Silliman kir

Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman kir.

08.03.2018, Per - 07:00

Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Douglas Silliman kir
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û heyeta ligel wî kir.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî ya pêvajoya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, mijara hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê, Konferansa Navneteweyî ya Avakirina Iraqê li Kuwêtê, plana avakirin û teşwîqa sektora taybet ji bo beşdariya vê pêvajoyê hat gotûbêjkirin.

Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de li ser sedemên ku dibin faktora çalakbûna zêdetir û pêşvebirina aboriyê li Iraqê, hêsankariya ji bo pêvajoya avakirinê û rêxweşkirina li ber veberhêner û kompaniyên biyanî bo pêvajoya avakirinê, gotûbêjkirina çend mijarên din ên li ser herêm, Iraq û Herêma Kurdistan û qonaxa piştî DAIŞê, beşeke din a hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1078 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x