Baxda biryar da pêwendiyê ligel Helebce weke Parêzgeh bike

16.03.2017, Per - 19:47

Baxda biryar da pêwendiyê ligel Helebce weke Parêzgeh bike
Nuçe Belav bike

Endamekî Parlamentoya Iraqê aşkere kir, îro 16ê Adarê 29emîn salvegera tawana kîmyabaran Helebe, Wezareta petrola Iraqê beşa sûtemenî ya Helebce taybet rêkir.

Derbarî vê yekê Endamê Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdulah ji BasNewsê re ragehand ku, piştî ku, wan daxwaz ji Wezareta Petrolê ya Iraqê kir ku, beşa petrola Helebe taybet were şandin, îro 16ê Adarê biryar hate dan ku, weke parêzgeh pêwendiyên lu Helebce re bikin.

Heman parlamenterî aşkere kir ku, li gor wê biryarê di vê mehê de Wezareta petrol Iraqê wê beşa sûtemenî ya Helebce weke Parêzgeh bişîne.

Herwiha da zanîn ku, cîbecîkirina biryarê û hemahingî ligel aliyên pêwendîdar yê Wezareta Petrola Irqaê bi nivîsandî arasteyî kompaniya dabeşkirina berhemên petrolê hat kir.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:54:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x