Berhemanîna gazê li Kormorê îşev dest pê dike

Xwediyê Kompanyaya South Kurdistanê Saman Hacî Fayeq ragihand ku dê îşev berhemanîna gazê li Kormorê dest pê bike.

30.04.2024, Sal - 19:40

Berhemanîna gazê li Kormorê îşev dest pê dike
Nuçe Belav bike

Piştî êrîşa bi dronan a roja Şemiyê dê îro careke din berhemanîna gazê li Qada Gazê ya Kormorê dest pê bike.

Saman Hacî Fayeq ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku dê îşev saet 12:00an careke din berhemanîna gazê li Qada Gazê ya Kormorê dest pê bike.

Saman Hacî Fayeq eşkere kir ku barhilgir jî hatine şandin ji bo ku gaza şil wergirin.

Roja Şemiyê bi dronan êriş li Qada Gazê ya Kormorê hatibû kirin û ji ber wê êrişê 4 karkerên Yemenî canê xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bibûn.

Ji ber êrişê xebatên li Qada Gazê ya Kormorê jî rawestiya bûn û berhemanîna elektrîkê jî kêm bûbû.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan li ser êrişê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku cihê hatiye armancgirtin tê nûjenkirin.

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeyê yê Qadir Keremê yê navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:13:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x