Bexda, namzedê parêzgarê Kerkûk ya YNK'ê qebûl nekir
Hikûmeta Bexda, Namzediya YNK'ê ya Kerkûkê Rizgar Alî qebûl nekir.
Serokê Koma Parlementoya Iraq'ê ya YNK'ê Arez Abdûllah di derbarê helwesta parêzgarê Kerkûk ya Iraqê de destnîşan kir û got; "Jibo parêzgariya Kerkûk'ê me li ser navê Rizgar Alî li gel Bexdayê lihev kiribû. Lê belê pirsgirêk ket di nava vî rêkeftinê. Bexda ji me navê sÊ namzedan xwest û diviya ku ji van her sê navan yek bi bijartibaya."
Arez Abdûllah da zanîn ku Waliyê Bexda Ya Kerkûkê naxwaze makamê me radestî YNK'ê bike û devama axaftin xwe de got; "namzedê YNK'ê Rizgar Aliye. Bexda bi zorê parêzgariya Kerkûk wezîfedar dike. Bi vî rewşê kombûyîna Encumena Bajarê Kerkûk ne pêkane."
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:36:11